efrasyabî eḧmed beg gêřayewe witî lew...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 7)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  395 views

efrasyabî eḧmed beg gêřayewe witî:

lew serdemeda ke şêx meḧmûd le darîkelî ebê, witî yekêk boy gêřamewe lebîrim nîye êsta, ke yekê le şêxekanî serezil eçê bo zyaretî şêx û egeřêtewe. zor dûr nakewêtewe le darîkelî, şêxîş wa dyar bû le serbanekewe be dûrbîn seyrî ew nawey ekird. le katî seyrkirdna çawî be şêxekey serzel ekewê be řêgada eřwa, kitupiř la ekatewe bo piştî xoy. xêra şêx swarêk enêrê be şwênya eygêřêtewe.

ke dêtewe şêx lêy epirsê: řastim pê biłê lew şwêne çołeda kitupiř lat kirdewe tiřit nekendibû? kabra ełê: berêwełła yaşêx řastîyekey wa bû, segbabxêwe hat agam le xom nebû, lakirdinewekeşim her agam lexom nebû, witim newek yekêk le piştewe bêt û ḧeyam biçê, dyar bû wa to hebûyt, xwa řeḧim bika. şêx destî kird be pêkenîn û witî: biřo xwat legeł û xwa řeḧmî kird!