şewket beg gêřayewe witî îmsał kabrayekî...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 7)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  523 views

şewket beg gêřayewe witî:

îmsał kabrayekî kemałeyîy lay ême çû bo ḧec, ke hatewe lêm pirsî ḧeceket çon bû û çi do’ayekit kird lewê? witî: şewket weg fire xoş bû, lewê çûme ser qewrî pêẍember, řoḧim we qurwanî wê, feř û bereketî lê heł’esa, desim berz kirdewe û witim ḧemed řesûlełła! lew kurdewarîyey lay ême hîç nema, pyaw bû kujrya, xang bû sûtya, mê bû giştî we tałan birya, bêje we xwa ba îtir em ketne bes wê. ḧemed řesûlełła, wew qur’aney to lêt xwêndige lew řojewe to mirdigît, xwa îşêkî nekirdige le îşî pyawan biçê!