her ew gêřayewe witî dû kabra herkî...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 7)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  530 views

her ew gêřayewe witî:

dû kabra, herkî dujminî yek bûn, be xwênî serî yek tînû bûn. le dîwexanî fetaḧ aẍay herkîda betenîşt yekewe danîştibûn. emane herdûkyan qendikêş bûn, bełam yekêkyan lew wexteda qendekey pê nebû, berî kird bewlawe destî bo lay kabray dujminî řakêşa û witî: kîskî xo bide be min, biła qendekî çê kem, le diłî minîşa ba her le diłî min bî!