her ew gêřayewe witî sałêk çûm bo derewe...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 7)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  415 views

her ew gêřayewe witî:

sałêk çûm bo derewe bo derwêş girtin, le gundêka lew binarî nizîkî «herkî» ye, tûşî kuřêkî genc bûm witim tewbe bike û bibe be derwêş, witî: qurban min hêşta jinim nehênawe û tewbem pê řanagîrê. witim: bira, to tewbe bike min biřyarit edemê ta sałêkî ke em wexte jinîş dênît. be her cor bû řazîm kird, tewbem da û bû be derwêş, le beharya ke hêşta sałî be sera nesûřabowe çûmewe bo ewê, seyrim kird kuřeke cezbe girtûyetî û be zîkirkirdin û heyahû hat bo lam. pêm wit: ha hêşta jinit nehênawe? witî: yaşêx be qurbanit bim, tom bo xoş bêt, jinim bo çîye?!