lew sere kuřêk daykêkî pîrî hebû her be...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 7)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 2 minutes  609 views

lew sere kuřêk daykêkî pîrî hebû her be tewawî pekî kewtibû, hemû didanekanî kewtibûn, çawî kiz bibu, biroy hatbowe ser çawya, kuřekeş karwançêtî ekird. herçende eçû bo karwan û ehatewe daykekey pêy ewt: kuřekem dengubas çîye? ewîş eyut: daye hîç nîye, pîrêjne bem dengubas çîye, kuřey betewawî weřz kirdibû! kuřeke hawřêyekî hebû, çû boy gêřayewe witî: fiłanî! daykim ḧeyşî pê tał kirdûm, nawêrim ser bikemewe be małekeda, her ke eçim ełê: kuřim dengubas çîye? minîş ełêm hîç nîye bełam ew her waz nayenê.

kuřey hawřêy witî: kuře! min ezanim ewe boç epirsê, ewe mêrdî ewê, daykî minîş wabû! kuře witî şitî wa çon ebê?! ew serî le lêwî gořewe elerzê, mêrdî çî? witî: eweye pêt ełêm. em care ke çûytewe û lêy pirsît dengubas çîye, biłê: daye! nazanim fermanêk derçuwe, ebê her kuřêkî genc jinêkî pîr bênî, bełam ebê ew jine de dane gwêz be didan bişkênê! emey pê biłêw êtir karit nebê.

kuře çowe bo małewe û daykî wekû caran lêy pirsî: kuřim dengubas çîye? ewîş wekû kuřekey hawřêy pêy witbû, pêy wit. dayke wekû guław bipřijênî beser diłya, bew core geşayewe! witî: de kuřim biço de gwêzim bo bêne bizane çonit bo eşkênim! kuře çû de gwêzî kirde mistyewe û xoy çû bo karwan, lepaş panze řojêk geřayewe û çû be lay daykyewe witî: daye çît kirduwe legeł gwêzekana? witî kuřim yekêkyan le demmaye û eymiłkênim, noyşî eweta le mistimaye!