le sîsawe pyawêk hebû wesman û jinêkî...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 7)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  558 views

le sîsawe pyawêk hebû «wesman» û jinêkî hebû «gustan»y naw bû, şewê danîştibûn, gustan witî: pyaweke maşełła le şer’, qisey le hemû şitêkewe kirdîye! îmřoke çûm lo awê û hatmewe, gêm lê bû mela weḧezî deda, deyfermû herkes be şewî heynyan «ḧeyb nebî» bikatin, qesrêk le beḧeştî dirust dekatin. be xuday pyaweke ewşew heynîye debê qesrêkim lo dirust bikey, wesman xêra qesrêkî bo dirust kird! gustan witî: delo xoyşit debê qesrêk dirust bikey. wesman qesrêkî bo xoyşî dirust kird, paş tozêk jine witî: bexuday pyaweke, debê lo daykîşt qesrêk dirust bikey, heqî beser minewe zore, eger ew neba, min tom ko dest dekewt? wesman witî: jineke! ewe xot û ewe westay qesran, çî lî dekey bîke, îtir be gêy min naka, eger etoş dirit be dakim desûtê, bexêrî babit waz le kuřekey bêne!