lew wiłatî ałane le gundî girwês bêwejin...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 6)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 2 minutes  411 views

lew wiłatî ałane le gundî «girwês» bêwejnêkî teřpîrî mêxek lemil hebû, «bacî hamîne» yan pêy ewt, parçe şikarteyekî maşî hebû, wextî dirwêney hatbû be destyewe damabû; sepanêkî way dest ne’ekewt boy bidrwêtewe.

řojêk xoy da le deq û çawekanî piř le kil kird û lagîre û kemerey mêxekekey xiste milî, kuřukał leber mizgewta danîştibûn çû be layanewe, be tîlayî çawêk seyrî kirdin, be zerdexeneyekewe řûy têkirdin û witî: le mintan nekewê! çon êwe diłtan biřwayî eda ew maşey min her wa bimênêtewe? tîlî çawekeşî ekêşa be seryana.

kuřukał her yeke le ’astî xoyan destyanda be singyana ke sibeynê be herewez boy bidrûnewe. ew tîlayî çawe karî kirde hemûyan, her ke le aqarî xoy xoy be nîşaney ew tîlayî çawe ezanî.

bacî hamîneş ezanê wa destî xoy weşanduwe, bełam maşî segbab be řojêk nadûrêtewe. kewte beyanî yeke yeke çû be lay kuřgelewe her yeke hêmayekî bo ekird û turekeye sêwîşî le baxełya şardibowe sêwêkî edaye wi’eyut: eme bixere baxełit bo ewe yadgarî min bê le lay to.

kurgel çûn nîştin be pîre maşewe, carcar bacî hamîne le dûrewe qirîweyekî ekird û eyut: «hey be qurbanî kuřî sêw le baxeł bim»

her kes lewaneş lay wabû tenha ew sêwî le baxełaye û em be qurbane bo ewe. bînyan pêwe na nekewte nîweřo teqeyan lewserî pełe maşewe hełsan û hemûyan dûrîyewe. bem core bacî himîne destî xoy weşand û kuřgelîş dest le gûnan berew jêrtir boy derçûn.