kabrayek hebû le gundî teřemar pîre...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 6)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 2 minutes  374 views

kabrayek hebû le gundî «teřemar» pîre kiçêkî hebû. leber’ewe ke neydabû be şû û her mabuwewe. řojêk kiçe dest eda beser wanêkekeya û ełê: «bexte! heł’estê kuřukałit têber edem». lew kateda ke em qiseye eka bawkî le piştyewe ebê û em pêy nazanê, gwêy le qisekey ebê, ełê: eger çarêkî nekem em çetîwe abřûm ebat. kiçe dayk û biraşî hebû

. kabra bawke çû bo jizgewt, ke xełk ko bûnewe witî: bexwa kiçî qeyre le mała bûn, gunaḧe, emewê kiçekem bidem be şû. em qiseyey bo pyawêkî dirawsêyan ekird ke le mizgewta le tenîştyewe danîştibû, gwaye qiseke tenya her bo ew eka, bełam way ekird ke xełkî tirîş gwêyan lê bê. kuře pîrêkîş gwêy le qisekan bû ewîş demêk bû be tema bû jin bênê, bełam jinî dest ne’ekewt, serêkî qût kirdewe û çuwe bin destyewe, lale ḧemesenîş qisekey her nebřî, paşan kuřeke witî: lale ḧemesen eger to bitewê kiçeket bidey be şû le minit çaktir dest nakewê, bîde be min. lale ḧemesenîş witî: başe kuřim were bo małewe, pare û şit çî pêwîste bîhêne, wa dyare xwa nisîbî xistûnete yek.

şewê kuře legeł dû sê pyawmaqułî awîyda çûn bo małî lale ḧemesen, gifit û qisey xoyan biřandewe û leser sed qiřan řêkewtin, kuře sed qiřanekey derhêna, day be dest biray kiçekewe û ewîş kewte jimardinî.

kiçe lewlawe nîskêney lê ena, le xoşya pêy ber ’erz ne’ekewt, lew kateda piřşê le nîskêneke hełpirjayewe û kewt beser destya destî sûta witî: destimit sûtan řyame nawta! babkey gwêy lê bû witî: «çêşteket pîs kird berim be qingita» daykekey agirî tê ber bû û witî: «qingî kiçekemit diřî řyam be řîşta». birakey witî: «ḧisabî pareketan lê têkdam gum kird be demî giştana».

kuřey zawa hestaye ser pêy destî kird be hełpeřkê û suřdan û witî: «her le êstawe şayî kerane û dest bimlane û gû le demane».