kabrayekî yosocanî hebû pyawêkî zor...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 6)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  338 views

kabrayekî yosocanî hebû pyawêkî zor lexwatirs û hemû wextî le lay mela û le kořî feqêyana řay’ebward, gelê şit lêyanewe fêr bibû. carêk le «warmawa» melake seyr eka em kabraye tezbêḧêkî be desteweye ełê: «ne sibḧan alilhArabic, ne sibḧan alilhArabic». mela lêy epirsê ełê: erê ewe to ełêy çî? xo eme kifre to eyłêyt. ewîş ełê: «bexwa mamosta min nezirim kirdige çwar tezbêḧ «sibḧan alilhArabic» bikem ke çî le dwayîda seyrim kird pênc tezbêḧim kirdige, êsta tezbêḧekey tirî esênmewe ba her çwarekey bo ew wê»