wa egêřnewe ke le zemanî suleyman...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 6)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  456 views

wa egêřnewe ke:

le zemanî suleyman pêẍemberda şeřêk řûy da, pyawan çûn bo ew şeře û sernekewtin, paşan suleyman pêẍember jinanî nard û ewan şeřekeyan birdewe. suleyman pêy fermûn: çîtan ewê le tołey em azayetyeda ta bitandemê? ewanîş wityan: hîçman nawê ewe nebê ke le batî ewe her pyawêk de jinî heye ba her jinêk de pyawî hebê.

suleyman pêẍember fermûy eme nabêt û xwa way nekirduwe. jinan hatnewe û kewtine ser ewey ke lem řuwewe qaqezêk binûsin bo xwa. qaqezyan nûsî û dayan be qeleřeş boyan berê, qeleřeş qaqezî girt be denukewe û birdî.

lew wextewe îtir herçê qeleřeş be asmanewe der’ekewê û eqřênê jinan ełên: «xêr, xêr». wate ebê xeberêkî xêr û xoşî qaqezeket hênabêtewe.