lew sere pyawêk hebû semsamî naw bû...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 6)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 2 minutes  425 views

lew sere pyawêk hebû «semsam»y naw bû, em semsane nawbangî pałewanî hebû, řujêk qeyteran eçî bo lay semsam pêy ełê: min eme qebûł nakem ke min xom be yekem pałewan ezanim û ke çî toyş nawbangî pałewanî der’ekey? ya min ya to, êsta min bo ewe hatûm pêkewe le kořêkî gewreda zoran bigrîn ya min to edem be ’erza ya to min edey be ’erza ew wexte pałewanî bo yekêkman saẍ ebêtewe egîna min emey êsta qibûł nakem. semsam - yiş ełî êsta be xêr bêy û qisekanit başe, çon ełêy wa ekeyn, qeyteran da’enîşê û paş ḧesanewe semsam pêy ełê: biram êsta koř û xełkî pê nawê were to penceyek bixere demî min û minîş penceyek exeme demî to herdûkman yektirî egezîn, kamman zûtir hawarman lî berz buwewe û witman «ay» ewe ew keseman bezîwe û ewîtirman pałewantir derçû! bełam semsam witî: biray xom qeyteran be řastî min geyştibuwe tînim le ser zarmewe bû, ke biłê ay, ke çî to witit: her ew kate to netutaye min emut.