ḧacî meḧmûy yarweysî caf hebû ke le ho...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 6)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  439 views

ḧacî meḧmûy yarweysî caf hebû ke le hozî yarweysî û le serdemî meḧmû paşada bû, em ḧacî meḧmûde pyawêkî dewłemend û be meřumałat bû, gelî kesî le ber desta bû, ke kirdibûnî be şwankare û małatî edanê bo kwêstan. herçende legełyan ekewte ḧesawkirdin be corê xoyan pîşan eda, ke zor feqîroke û gîloken, bełam bo mał xwardinekey em, zor wirya û zirit û zîndû bûn emîş hîç çarî nema pêy ewtin: hey bo xotan ’aqłane û bo min kerane.