eşrefaẍay řebatî pyawêkî benawbang û...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 6)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  538 views

«eşrefaẍay řebatî» pyawêkî benawbang û dyar bû. le serdemî turkekana ḧikumetî estembuł ekate ser walî mûsił ke bîgirin û be destî beste bînêrin bo estembuł; çunke awî le ḧukumetî estembuł le wiłatî sengawda lêł kirduwe. walî emir ekate ser qa’miqamî kerkûk kebçî bîgrê.

qa’îmqam bexoy û dûsed îstir swarewe le nakaw eda beser «řebat» daw eçête małî esrefaẍa xoy le mał nabê. demî nîweřo ebê. «şemsexanî» kiçî kakil aẍay farsaẍa xêzanî eşrefaẍa ebê. nanî nîweřo enêrête dîwexan. dûsed sînî, her sînîyek biryanîyekî lesere. le maweyekî zûda em nane bem core ḧazir ebê.

çinan exurê. paşan qam’imqam serêk exate ber xoy û ełê: «swar, swarbin, zor ḧeyfe xanedanî wa ke jinî way têda hebê kwêr bêtewe. min bo girtinî eşrefaẍa hatbûm, bełam şajnî şemsexan neyhêşt ke em xanedane kwêr bêtewe». îtir lê eda eřwa wiłamî walî edatewe ke her şitêk le wiłatî sengaw řwîda le estoy min bê.