her feqê qadrî řebatî gêřayewe witî...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 6)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 3 minutes  470 views

her feqê qadrî řebatî gêřayewe witî:

mîrzay taybetî «wesman paşa»y caf bûm, hes û nîyesî le dest mina bû. meḧremî mał bûm wekû yekê le xêzanê ew małe

cwanî xanmî wesman paşa le hemû ew wiłateda nawî derkirdibû. mêwje řeşke le say gerdinya dyar bû, ne bixoy ne bikey her temaşay ew bała nemame û gona ałey bikey. beřastî xwa yekê lew şîrîn nemamane ke dirustî kirdibû xanmî wesman paşa bû. eme le barî cwanî û nazdarîda, le barî salarîşa her tenha meger le dest xanmî wesman paşa bihataye ke fermanřewayî û ’eşretdarî hemû topî cafî bikirdaye ta eçuwe sine û suleymanî û bane û şaqeła.

witî: çend sał bû le diłim bibû be girê ke carêk min xanmim çaw pê bikewtaye lew kateda ke le xew heł’esta. çunke wa çûbuwe diłmewe ke ew cwanîyey xanim heyetî hî dawdermane. demêk bû lew baweředa bûm. be şwên helêka egeřam. kitupiř řojêk bom hełkewt ser le beyanî bû, hêşta xanim le xew hełnestabû, be byanûy hênanî qełem û kaẍezêk lew jûreda ke xanmî lê nustibû çûme jûrekewe. minîş meḧrem bûm emtiwanî hatuçoy kem.

her ke serim kird be jûrekeda, xanim goşey kuley ser textekey lada û le naw cêgakey hesta û zerdexeneyek girtî.

bełam hestanêkî wa her wek mang lekel bête derewe awa bû. be řastî xanmim le coşî nîweřo û ser’êwareda çon çaw pêkewtibû, lew kateşa ke lew naw cêgay ew beyanîyeda le nakaw hesta, her wa bû.

tozê le zerdexenekey terîq bûmewe witî: feqê qadir! ezanim bo çî hatwî. witim: bo çî hatûm xanim? witî: bo ewe lem wexteda hatwî ke min bibînî bizanî ew cwanîyey ke min heme le wextekanî tira hî dawwidermane ya her hî xome? feqê qadir! min dawderman nakem, xwa her dû behrey cwanî û małî pê dawim, be dawderman û be pîskeyî kifranî ew dû behreye nakem.

witim: xanim çonit zanî ke min bo ewe hatûm? witî: «beweda zanîm her ke serit kird be jûrekeda le pêşa seyrî minit kird, emca çawit bird be lay qełem û kaẍezekewe».

be řastî îtir îmanim beweş hêna ke zekaw zîrekî xanmî wesman paşa kirdibûy bew xanme ke deste ciłewî ew hemû ’eşretey girtibuwe dest.

paşan witim: we łiła xanim ewî řastî bê xanim, řast ekey bo ewe hatbûm, xo hîç lomeyekim nakey? witî: kuřim! to kuřî êmey û eger ême toman be kuřî xoman danenabê to wa bew core serbest nabî le hemû jûruberî em serayeda.