sałî 1942 řujî şeşî mangî aẍustozî ew...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 6)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 5 minutes  609 views

sałî 1942 řujî şeşî mangî aẍustozî ew sałeye, dyare ew sałane min xerîkî karubar û nûsînî govarî gelawêj bûm ke le beẍda der’eçû, şeře gewrekey cîhanî duwemîş le sałî 1939da hełgîrsabû. dinya hemû bibû be ajawe.

îngilîzekan êstigeyekî kurdîyan bo piřupagendî xoyan le «yafa» danabû. le ’êraqa ’ebdułła goran, řemzî qezaz û řefîq çalak yan nardibû bo yafa ke karubarî ew êstigeye hełsuřênin, be řastî i’êstigeş lew řojaneda givey ehat.

min le ber karubarî gelawêj le řojî şeşî ew mangeda çûm bo «midîryey dî’ayey ’ame» ke ew serdeme ew midîryeteş her le wezaretî daxlye bû. «miḧemed başqe» lewê bû, wate le midîrye, pyawetî miḧemed başqe lew řojaneda beser gelawêjewe lebîr naçêtewe. min ke le pilîkanekan serkewtim, ewendem zanî lewlawe «edmons» hate xwarewe. mister edmons musteşarî wezaretî daxlye bû lelayen îngilîzewe, we xoyşî îngilîz bû. her ke hate xwarewe lût û bizut tûşî yek bûyn. eynasîm, çak û çonyekî germî legeł kirdim û witî: ewe bo kwê eçî? witim eçim bo lay miḧemed başqe le di’aye, witî: ke wate minîş egeřêmewe şwênekey xom û em çûne nakem, ke lewê derçûyt, ebê bêt bo lay min, emewê tozê pêkewe danîşîn û qaweyekîş exoynewe. witim başe eger zû le îşekem bûmewe dêm. edmonsîş wekû min û to kurdîy ezanî, çi be qisekirdin çi be nûsîn.

herdûkman be qałdirmekeda serkewtîn; ew be lay çepa geřayewe bo şwênekey xoy, min be lay řasta çûm bo di’aye, bo lay miḧemed başqe, tozê zyadim pê çû lewê, ewendem zanî yekêk kirdî be jûra û witî: mîster edmons çaweřêt eka, îtir hestam û çûm bo lay ew. ew keseş ke hat dyar bû ke sikirtêrekey bû.

her ke çûme jûrewe edmons hesta û hat be pêşwazmewe zor be germ û guřî destî kird be qise kirdin û le zengekey da. kabray sikirtêr hate jûrewe edmons pê wit ça û qaweman bo bênin û kesîş îtir neyete jûrewe. dû be dû maynewe. paşan witî: mamosta! ewa ême le yafa êstigekeman be zimanî kurdî bo êwe danawe, dyare em êstigeye xizmetêkî çak eka be zimanî kurdî; be taybetî ew kesaneş ke le serîn ême biřwaman pêyane ke xizmetêkî baş eken be zimaneketan. maweyeke emewê çawim pêyt bikewê lem řwewe pirsyarêkit lê bikem, ewa êsta baş bû řêkewt. lew kateda dû qaweyan bo hênayn û pyaweke çuwe derewe.

witim: fermû. witî: pirsyareke ebê be dû pirsyar, yekem bîr û baweřî kurdekan çîye beranber bem êstigeye ke ême damannawe? bir û baweřî xot çîye lem řuwewe? witim: mister edmons belamewe zor seyre em pirsyare ke to le minî ekey? min çîm ta wełamî to bidemewe?

witî: wa mełê, to govarêkî wekû gelawêjit le ber destaye. be ḧukmî řojnameçêtî hełsukewt legeł hemû core kesêka ekey be taybetî xwêndewaranî kurd. kem kes heye wekû xawen govar û řojname peywendî legeł xełka hebêt.

witim yister edmons tikat lê ekem em pirsyare le yekêkî tir bike. witî: her le toy ekem, çunke kem kes heye be endazey to legeł xełka bêt. witim tika ekem wazim lê bêne. witî: nabê. witim: mister edmons, xełkî çî? em xełke ke to eyanbînî dû beşin, beşêkyan her le hîç tê nagen tenha le karubarî taybetî xoyan nebê, le «saḧb» bewlawe hîçîtir nazanin; beşekey tirîşyan ke dêne lay yekêkî wekû cenabit, ełên «saḧb» ke çûne derewe cinêwtan edenê.

fiłanî her ke ewem wit řengêkî hêna û birdî, em řûmete geş û sûrey wekû lîmoy zerd hełgeřaw heta beynêk qisey her pê nekira. řastî minîş le qisekanim tozê peşîman bûmewe, le diłî xoma witim çîm kird be xom.

paşan hatewe qise û witî: başe baweřî xotim pê biłê. witim: mîster edmons tikat lê ekem le xom geřê. witî: nabê her ebê bêłêyt. be tewawî şipirzey kirdim. witim: mister edmons řastî baweřî min eweye: ta îştan heye em êstigeye îş eka. ke îştan nema êstigekeş namênê. witî: mamosta çon şitî wa ebê? witim: we łiła eme baweřî mine û toyş zorim lê ekey bo qise kirdin. bełam ewa hestîş ekem ke germ û guřîyekey nemawe û le diła zor piře.

zemane hênay û birdî, le maysî 1945da şeřî dwayî hat, dway ewey êstigey kurdî yafa kewte kizbûn, zorî pê neçû goran hatewe, paş beynêkî tir řemzî qezayş hatewe, dwaçoř řefîq çalak geřayewe û êstige be tewawî serî tya çû.

’ibdiłła beg ke her hatewe kewte derdedił kirdin, ke çon her legeł dwayî hatnî şeřyan biław kirdewe îtir legeł ewanîşa kewtine lût û pût.

řêkewt zor seyre! le paş çend sał û le paş dwayî hatnî ceng û le paş nemanî êstigey kurdî yafa, řojêkî tir her le daxlyewe her le heman şwênî ser qałdirmeda tûşî edmons bûmewe, min dest pêşkerîm kird, le paş çak û çonî destim bo řîşe bê řîşekem birdû witim: ha mîster edmons çîman wit? witî: ey bê qeza bî mamosta eme syasete. minîş witim: bełê axir minîş emut syasete. îtir le yek cya bûynewe, ew serew xwa û min serewjûr bûynewe.