tişrînî duwemî 1930ye legeł feqê biraymî...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 6)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 6 minutes  598 views

tişrînî duwemî 1930ye. legeł feqê biraymî doławîda le pişderî ewdîw řêman kewte «nûredîn», deme demî zerde peřî xorawa bû, řûbeřûy dîwexanekey «hebasî meḧmuwaẍa» bûynewe, wityan hebasaẍa le řawe, zorî pê neçû nizîkey de panze zelam le girdekewe berew berzayî ber dîwexaneke bûnewe. hemû be pêyan hatin, pyawêkî çwarşaney be xowe bûy dařêjrawî le ber pitewî be kurte bała ehate berçaw, řank û çoẍeyekî ’adetî lebera bû, şekirey cemamedaneyekî řîşûdarî be destûrî pişder be serewe bû, piştênêkî sê çwar qedî le pişta bû, xencerêkî pya kirdibû, pênc tîrêkî êranî nabû be neřey şanyewe, řûbeřûy ême hat, çakuçonî legeł kirdîn; zor sade bû, witî: ba biçsin bo dîwaxan.

êmeş her çaweřê hebasaẍaman ekird, ke bêtewe. tumez em pyawe hebasaẍa bû ke pişderî ew dîw le ber hebasî meḧmuwaẍa nûredîn piştî elerza. wa dyar bû em pyawe be lay êmewe sade bû, egîna le řastîda wanebû, dîwwaxan û desełatî le hemû ew naweda nawî derkirdibû. beyanî maławayîman lew desełate û dîwaxane û le nûredîn kird û beřê kewtîn.

her lew sefereda hatîne «gapêlwen» êwareyekî direng bû çûyne mizgewteke. dinya sard bû agir le buxarî mizgewtekeda kirabuwewe çûyne ber agireke, mizgewteke piř bû her kese le aşê lêy ekird. ewendeman zanî kitupiř kiş û matîyek hat beser xełkekeda, ême le aşî xoman her nekewtîn. min pirsîm ewe boç wa xerîke bêdeng bûn? yekê witî: ewe ḧacyebasaẍa hat; wate hebas selîmaẍa. ew cêgay taybetî xoy hebû ke ehat bo mizgewt le sefî yekema le pişt îmamewe da enîşt.

min hendê wişe lew wiłatî pişdere fêr bibûm wekû «çaplûs, ’ecem, bê biřwa... hitid» ew serdeme zîtełe û qisekanim zyad le endazey temen û řêwşiwênekem bû. le gwê agirdaneke qisem ekird û emda be yeka, ewendem zanî xełkeke diřnyan da û pyawêkî be dîmenî řîş topî maş û birinc. kurtek û şerwałêkî mawtî zerdî ’ecemî le bera bû, piştênêkî çend qefî çît, pêçêkî çîtî pişderyaney be serewe bû, tezbêḧêkî be destewe bû «sibḧan alilhArabic»y ekird, hat le tenîştimewe danîşt. tumez eme ḧacyebasaẍaye dengî qisekanî min gwêy ziringadotewe hatuwe bo hał û hewał; minîş nazanim. destî kird be qise kirdin legełma witî: ê! kake feqê degûbasî ’ecemekan çîye?! minîş witim: «çaplûsin» ewendey tir tamezroy bû bo qise, ew be nyazêk eypirsî û minîş herwa be sadeyî wełamim edayewe. îtir nazanim hîç kełkêkî lêm wer girt ya ne? ewende ezanim ew serdeme pişderî em dîw legeł ’ecemekana řêk nebûn, îtir bangî şêwan dira, qamet kira, wa bizanim ḧacî şêx miḧsin îmam bû, nwêjî şêwan kira ḧacyebasaẍa witî: ba biçînewe bo dîwaxan, ke çûynewe dîwaxan, dam û dezgayekî zor seyrim hate ber çaw, le kitêbe efsanekana basî dîwaxanî wirde paşakanim xwêndibuwewe, ew dîwaxane efsaney lêy kirdim be řastî. ew şewe lewê bûyn û beyanî maławayîman kird û berê kewtîn.

her lew sefereda hatîne sûre qełat małî «řeşey ewłaẍa» le aẍay mîraw delî poştew perdaxî wekû řeşey ewłaẍam kem dîbû, her le xoy ehat ew kurtek û şeřwałî mawte, piştênêkî şałî ’ecem le pişta, xencerî destik mahî be kemerewe, tezbêḧî kareba be mistuwekeyewe. em çîte cwane řîşudare be serewe, qunderey şibre û le pêyda, le dîwaxaneke le ser doşek danîştibû. pyawan û xizmetkarîş lewlawe hemû be tifengewe westabûn

le geł hendê le pyawekanyan qiseyan le řewe espekewe ekird. temenî ew serdeme le dewrî sî sałêka ebû, xoy zor be şox û şengî řa’egirt. qisey eweyan lêwe ekird ke kiçe domêkî ta ewpeř cwan û nazdar le «kêlê» heye diłî lêy çuwe eyewê marey bika, bełam leber begzadey mîyrawdelî leber tanutî xełk natwanê pêy be cergî xoya binê bo ew îşe.

«kakemîn»y bira gewrey ke temenî le dewrî şest sała ebû, be pêçewaney řeşey ewłaẍa ewende gwêy be ciluberg ne’eda, hemû koşşî leser edebyat û eş’arî şa’ran bû ta ew serdeme min kem kesim dîbû ke wekû «kakemîn» şarezay ẍezlyatî ḧafzî şîrazî bê, be řastî çakî ezanî. êstaş şikłekey le ber çawme ke çon beyek çawewe şarezay ew hemû edebyate bû. ew serdeme mela miḧemedî çûřistanîş lewê mela bû.

şewêkîşman lewê řabwardu řûbeřûy şarî suleymanî bûynewe. gelê paş nwêjî xewtinan bû ke be qeywan û ezmeřa serkewtîn, nim nimey baran ebarî. ke serkewtîn dîmenî şarî suleymanî derkewt, giłopey kareba le naw şara cirîwey ehat, yekem şitêkî cwanim çaw pê kewtibê ta ew serdeme dîmenî ew şare bû lew şew tarîkeda ke ew giłopane cirîweyan ehat. êstaş her ew dîmene le goşey peřekanî diłma be cwanî mawnetewe; çunke le jyanma ewe seretay dîmenêkî cwan bû lew babetewe ke min bîbînim.

řojan řojî le dwaye; le sałî 1945da ew řeşey ewłaẍaye ke bew şox û şengye çawim pêy kewtibû, le beẍda çaw pêy kewtewe zor şiřbar bû, ew ciluberge cwanane hemû gořabûn be řank û çoẍeyekî şiř û cutê kewşî diřaw, cemedaneyekî çiłkin beserewe, be řastî giryanim hat. cige leme ew dam widezga û dîwexanane ke ew serdeme le pişdera çawim pêkewt. zeman hařînî û xawen dîwqixanîş be derbederî kewte goşey şaran û gundan, êsta ne xoyan man û ne naw û nîşan û ne dîwaxan. zeman legeł kesda nîye nabê piştî pê bibestirê.