miftî zehawî le beẍda hemû dem sing û...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 6)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  600 views

miftî zehawî le beẍda hemû dem singu‌berokî be derewe bû. carêk kabrayek pêy ełêt: qurban pyawêkî zanay wekû to ke legeł walî û hemû core pyawî gewreda da’enîşî, cwan nîye bot ke wa singuberokit bew core be derewe bê. ewîş ełê: «eger ’eybe her ewe bê, ewa eweşim şardewe». dest eba kewa û kirasekey edatewe beser singya!