em qiseyey xwarewe min be nawî miftî zehaw...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 6)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  543 views

em qiseyey xwarewe min be nawî miftî zehawîyewe bîstûme. herçende hendêkîş ełên hî îmamî ebûḧenîfeye:

carêk miftî zehawî le beẍda eçête lay sertaş bo sertaşîn, muftî, řîşî qełem ekird û danameyekî zyadî tê kewtibû. sertaşeke ew muwe sipyane ke kewtibûne řîşî muftîyewe yekeyeke hełî ekendin. muftî witî: ewe bo çî hełyan ekêşî? witî: qurban eger hełyan nekêşim zyad naken. miftî witî: «ke wate řeşekan hełkêşe».