şêx meḧmûy melîk destibeser bû le beẍda...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 6)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  781 views

şêx meḧmûy melîk destibeser bû le beẍda, be destûrî şêx meḧmû dîwexanêkî řakêşabû le şêxekanî ’ereb û le pyawanî ḧikumet hatuçoyan zor ekird, hemû dem dîwexanekey awedan bû; be taybetî kurdekanî çi beẍda û çi derewey beẍda her zor zor eçûn. ew kurdaney ke le derewey beẍda eçûn bo xizmetî zorî řêz lê egirtin, lenaw emaneşa hebû ke poşte û perdax nebêt. řojêk ewa gelê le şêxe ’erebekan û kar bedeste gerekanî ḧikumet lewê ebin, lew kateda çend kurdêkî ladêy le wiłatî suleymanyewe dên bo xizmetî. şêx řêzyan zor lê egrê. yekê le pyawe gewrekanî ḧukûmet ke lewê danîştibû ełê: «ya şêx! em řûtełane çîn wa to bew core eçî be şan û bałyana û řêzyan lê egrî?» şêx meḧmûdîş le wełama ełî: «eger em řûtełane ke to eyanłêyt nebin, min em şêx meḧmûde nabim».