lew mukiryane pyawêk hebû qerenî naw...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 6)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  665 views

lew mukiryane pyawêk hebû «qerenî» naw bû, cutê «ga»y hebû, cutî pê ekirdin, leser em gayaneş gelê qerzar mabuwewe, çunke qerzî beserewe kirdibûn, bo wextî ḧasłat. řojêk le katî werd biřînda gayekan manyan girt û xoyan da be zewîda. herçend kabra lêy dan û hawarî kird be seryana, hîç kełkî nebû, ew mane girtyan her girtinyan. le axra kabra weřs bû, çû le tenîştyanewe řakşa û nust witî: «ga baze û ga zerde! ewa minîş hatim le tenîşt êwewe řakşam, bizanîn xawen qerz bêt kamman ebat?»