şêx fetaḧ gêřayewe witî le naw cafetye...
şêx fetaḧ gêřayewe witî:
le naw cafetye pyawêk hebû «lale ḧeme»y naw bû, hatuçoy gořanekanî ekird, řojê kabrayekî xêłekî xoyan jinekey emrê, dêne lay lale ḧeme ełî: «bira! to le qingî şêx û melada gewre bûgî bê bizane çon ewê û çonî bişarînewe?».
ewîş eçê ełê: «bira! qazanê aw bêrin qûme awêkî têken û germî ken». emca ełê: «çîẍêk bêrin termeke bîxene ser çîẍeke, mîmke:«fewc» yiş bêt le serî bwêsê, qazane aweke biken we milya pişîle şorî ka».
paşan ełê: «a lew goşew qime çałêkî bo biken, lûlî den we tope cawgêkewe bîxene çałekewe». ewanîş way lê eken. bełam çałeke qûł nabê hêşta gelêkî bederewe ebê ełên: «lale ḧeme kuçkit lê newarê xo hêşta çałêkî tirîşî gereke». ełê: «kure neygereke bî qemçênnewe».
emca kabray mêrde ełê: bira dey tełqînekeşî bixiwêne. ewîş ełê: «bira bo min nehatge, min fêrit ekem xot bîxwêne». ełê: bira, xase. ełê: «a em pencete řast kerewe sê fîke bike we dewr qewrekeya û bêje firem kirdige we kunêtewe.»
bem core eynêjin û kabra hengî giryan berî nada, ke seyr eka xełkeke hîç nagrîn ewîş ełê: «erê dewêt bawkîne! ewe bo çî nagrîn? xo her jinî min new jinî giştimanû».