le û sere kiçêk legeł kuřêk lay řan...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 6)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  642 views

le û sere kiçêk legeł kuřêk lay «řan» ebin, daykî kiçe hemû car be kiçekey ewt: «kiçetîw! etirsim eger legeł ew kuředa yarî bikeyt dawênî kiraseket bidrêt».

řojêk lew deşte yarîyan ekird be dem yarîyewe be gałtewe eweşyan kird û kiçênî kiçeke nema. kiçeke witî: ay ewe bo dawênî kirasekemit diřî? kuřeke witî: êsta bot edûrmewe!. serlenwê têhełçûnewe. kiçeke zorî pê xoş bû, witî: cût beqyey bikewe. kuře henaseyekî way tya nemabû witî: «îtir dezû nema» kiçeke herdû hêlkegûnî kuřekey girt û witî: «hey fêłbazey dirozne! ewete dû giłołe dezût lêred şardotewe».