kabrayekî geřusî tilyakî çuwe ser awid...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 6)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  686 views

kabrayekî «geřus»y tilyakî, çuwe ser awdest, eynqan, eyşîřan, eynałan, eybořan, hîçî lê derne’eçû, le tawana destî kird be giryan her hîçî be hîç nekird, way lê hat ’ereqî řeş û şînî derda û le ser awdesteke sard buwewe. le paş ewe henaseyekî pya hatewe destî pê kirdewe eyut: «bed mesew bewe bîrun. xom qurbûnit bûm bewe bîrun, xwênme we aw kirdî bewe bîrûn, xom exomit bewe bîrun, epersimet bewe bîrun, nimaz řat ekem bewe bîrûn»

le paş dû se’at be her niqucqêk bû be endazey gu mişkêkî wişkî řeşî lê kewte xwarewe. hełîgirt çend carêk maçî kird û xistye ser çawî û witî: «qurbun ew řeng û řûxsaret bûm, dyar we qyamet».