kabrayekî cût benne lew ber kêwe sepanê...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 6)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 3 minutes  784 views

kabrayekî cût benne lew ber kêwe sepanêkî hebû, hemû beyanîyek em sepane ke le xew heł’esta destî ekird be xo kêşanewe û xo badan bemla û bewlada.

řojêk jinî kabra be mêrdekey ełê: erê pyaweke! ewe ew sepaneman boç hemû beyanîyek ke heł’estê le xew dest eka be xokêşanewe? kabraş hat bedemya witî: «çuzanim, derde kêryetî». jine em qiseyey le diłî xoya hełgirt. pyaweş ke qisekey kird zanî ke qiseyekî başî nekird û awêkî başî neřişt.

le paş çend řojêk witî: afret emewê biçim bo şar, şitumekman nemawe, hendê şiřuşatał dênim, yek dû řojim pê eçê, agarî mał û małat û cûteke be. jineş ke emey le mêrdekey bîst, wekû mijdey beheştyan bo hênabê wabû; witî: başe pyaweke řast ekey, hîçman nîye, betema bûm pêt biłêm, baş bû to xot agadarît û witit. pyawe hesta çû le małewe «řon gerçek» yan hebû piř qutûyekî kird hełîgirt û lêyda řoyîşt.

ke kewte lay êware řon gerçekekey xward û be dizîyewe geřayewe bo małewe. jine ew şewe ke mêrdekey le mał nîye xoy le sepaneke be tewawî xoş kirduwe. pyaweke hatewe le deme demî xewtinana çû be bêdengî sepanekey le naw cêgey hestan û pêy wit: řołe wîstim biçim bo şar le řêgada tûşî pyawekey kwêxa nadir bûm. nardibûy ke sibeynê dêt bo êre, leber ewe min geřamewe. heste to le batî min biço bo şar şit û mekekan bikřew xêra beyanî bigeřêwe. ’eybe kwêxa nadir bêt û min le mał nebim. sepan lê da řoyîşt û emîş çû le şwênekey řakşa.

dû kertî şew řoyştibû neřoyîştibû kwêxajin agirî ciger hełî egrê û eçête ser cêgay sepaneke. ne lew deng û ne le mêrdî be sepan nasraw deng. be hêwaşî xoy eda be ser mêrdî leşwên sepan nustûda. mêrdeş de’bakey le ser çize, çunke her le pêşewe xoy bo amade kirduwe. jineş nazanî eme mêrdekey xoyetî, bełku her lay waye sepanekeye.

mêrdeş řon gerçekî xwarduwe kewtote kar, lew wexteda ke - bilamanê;- řeḧmet ebê, efêřênê be naw gełî afretda! afret ke lê ebêtewe be paşeł û naw gełêkî gwawyewe egeřêtewe, eçê hemû leşî xoy eşwa, bew şewe tûşî ew ’ezyeteş ebê! beyanî zû mêrdeke heł’estê û eřwa, nakate karê ke jinekey pê bizanê, sepanekeş dyar nîye jine wa ezanê ke sepaneke le terîqya zû gakanî dawete pêş û çuwe bo cût, ewende hebû gakanîş kabra ke beyanî derçûbû birdibûnî bo cut. lew lawe sepaneke le şar egeřêtewe kabra şitumekekanî lê wer egrê û gakan eda bew û xoy egerêtewe bo małewe hîç qise nabê îtir. řojî dwayî sepaneke wekû caran ke le xew heł’estê xoy ekêşêtewe, jineke ełê: ewe pyaweke! ewe ew sepane segbabe bo çî hemû beyanîyek, ke le xew řast ebêtewe xoy ekêşêtewe? pyawekeş ełê: jineke pêm newtî: ewe derde kêryetî! jine ełê: a a, ewe derde kêryetî! ewe derde guyetî ew bawe ḧîze.