kabrayekî leylaxî hebû her ke mîwanêk...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 6)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  646 views

kabrayekî «leylaxî» hebû her ke mîwanêkyan ehat û nanyan bo da’ena xoy dû sê parûy exward legełya û le paşa destî heł’egirt û eyut: «bira îtir min bes.» mîwanekeş naçar destî heł’egirt, řojê kabrayekî eḧmed’awayî ebê be mîwanî, nan da’enên û kabra le ser řewştî caranî dû sê parû exwa ełî: bira îtir min bes, kabray mîwanîş gwêy nedaye witî: «bexwa bira min exom heta hes».