carêk yekê le ḧakmanî pêşû le ser telar...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 6)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 2 minutes  600 views

carêk yekê le ḧakmanî pêşû le ser telar dûrbînî be destewe bû, timaşay kird tê fikirî ewa kabrayekî řûtełey kurd çuwe şîwêkewe tozê mayewe û hełsa, ḧakim meraqî kird, hat bizanê em kabraye lew şîwe çî kirduwe? ke çû temaşay kird kabra guyekî kirduwe be qed yek menî tewrêz. kabray hêna witî: to xwardinit çîye? witî nanî co. ḧakim witî: xo min fiřnî û şekerleme exom, ke çî eçme seraw dû se’at da’enîşim ewsa be qed řêqne mirîşkêkim lê ebêtewe. kabray hejar witî: qurban to be kałî day’enêy û nayełî biga! ḧakim pirsî çilon egat. witî: meçore sera heta zorit bo dêt înca ew wexte be řeḧetî wekû min gû ekey.

ḧakim be qisey kird le dîwanda bû îşî serawî bû, neçû, axrî le naw xełkekeda xoy pîs kird. le ber şermezarî fermanî da hejarekeyan hêna û witî: segbab to bo çî emet be min kird? kabray řûtełe zor tirsa witî: «qurban carê ebê temaşayekî bikem». derpêkey ḧakmî wer girt engustêkî le pîsayyekey da û xistye ser zimanî. înca witî: paşam min ’erzim kirdî bîgeyene nemut bîtřîne. eme tirşawe boye wat beser hatuwe. kabra bem core xoy le çingî ḧakim řizgar kird.