sałêk le suleymanî bê baranyekî xirap...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 6)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  1031 views

sałêk le suleymanî bê baranyekî xirap destî pê kird. xełkeke kewtine nwêje barane û çûne derewe bo qerax şar, eḧey cawîşyan le geł xoyan birdibû, bo nwêje barane mindał û pîr û ḧeywanatîş eben. mindałekan le pêşewe bûn. eḧey caw epirsê le şêx babe ’elî ke em mindałaney bo çîye? şêx babe ’elîş ełê: emane mindał û bî gunaḧin du’ayan qibûłe bełku be du’ay emane xwa baran bibarênê, eḧey cawîş ełê: ya şêx biço bew lawe, eger be du’ay emane buwaye ta êsta mu’elim û mamostayek ne’ema le ser erza, biřo ba xoman (bê ’eqłekan) biçîn baştire!