le sinewe westa feqê gwêzî heşemêzî...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 6)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  789 views

le sinewe westa feqê gwêzî heşemêzî efroşt, mewlû pyawêkî hejar û bê pare bû, çend carêk be ber dukanekey westa feqêda têperî zor diłî be gwêzewe bû, bełam parey nebû bîkřê. westa feqê zanî ke em pyawe zor diłî be gwêzeweye witî: bawkim were naw dukaneke, ewe çekuş û berd bo xot têr gwêz bişkêne û bîxo. mewlû çû destîkird be gwêz şikandin û têrî xward û hesta, westa feqê witî: mewlû eger paret nîye bimdeytê du’ayekî xêrim bo bike, mewlûyş witî: westa feqê! eger to keřît gwêt lem teqe teqe nîye, xwa keř nîye û gwêy lêye!