le gełałe pyawêk hebû herçende ḧesenî...
le gełałe pyawêk hebû herçende ḧesenî nawbû, bełam her be nawî «xadim» ewe nawî derkirdibû. em xadme lew nawe tûtin û şitî efroşt. řojêk kolke axunêkî wiłatî «qum» ke hatbû bo «necef» û lewêwe îtir fêrî ewe bibû ke bibê be geřîde û daway şitî le xełk ekird. bew bonewe em axun aẍaye řêy ekewête gełałe û lewêş eçête lay xadim be naw hendê tûtnî lê ekřê. le paşa ełê: de hendêkî tirîşim biderê «le ser kîsey ’ebas»em ’ibarete şitêke kolke melakanî şî’e derozey pêwe eken. mebestyan le ’ebas, ’ebasî mamî pêẍembere, wate le ser ḧisabî ew ew şitem biderê, řojî qyamet ew etdatewe!
ke eme be xadim ełê xadmîş xoy lê gêl eka, ke em wirde ḧisabane nazanê, weya le wiłatî ewana em core şite bawî nîye. ełê: ba ’ebas xoy bêt cigereyekî lê têka eger be layewe xoş bû ew wexte boy bere.
kabray axunîş ełê to bimderê dexiłit nebê. werî egrê. xadmîş ełê: bexwa naydem bełku be layewe xoş nebû û dayewe be serma. axun ekewête teqewe le řûy hełnaye be ser û mêzerewe keş û fişêkewe biłê min swałit lê ekem. xadmîş ezanê dunya çi base, her bemcore axun le koł ekatewe û pelkêkî nadatê.