mam řesû hebû le merwê espêkî keḧêl...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 6)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 4 minutes  959 views

mam řesû hebû le «merwê» espêkî keḧêley nayabî hebû nawbangî derkirdibû kele «’enze» ye, le wiłatanewe maynyan ebird û lêyan çak ekird.

’ezey suleymanîş hebû benawbangî espe keḧêley mam řesuwewe swar maynêkî hebû swarî bû çû bo merwê bo ewe le espekey çak bika. ke çû seyrî kird mam řesû pyawêkî pîrî gelê besałaçuwe û nawu nîşanêkî le zemanî cwanî nemawe, le ḧewşekey xoyana le pena dîwarîkî ber hetaweke lê řakşawe.

’eze le paş selam û danîştin û çak û çonî pêy wit: mam řesû benawbangî espe keḧêley towe leberî deşte tałewe hatûm, nabê dest binê be řûmewe.

mam řesûyş witî: kake bexêr bêyt! bełam ew espey ke to nawbangit bîstuwe îste le ber pîrî pekî kewtuwe û hîçî pê nemawe, biřwa nakem bitwanî kełkî lê werbigrî.

’eze witî: mam řesû min le řêgayekî dûrewe hatûm, eger to řat le ser bê min etwanim îşêkî way lê bikem bitwanim maynekey lêy çak bikem. mam řesûys witî biram keyfî xote.

’eze hesta espeke le pena dîwarêka bestirabuwewe. zor lat bû, hênay destî kird be «řenew qaşaw» kirdinî. paşan be «řene» ke kewtela teřafe û dewrûberî jêr sikî, ta way lî kird espe be her cor bû yeřeqî kird û mayînekey bo hênaye pêşewe û peřandî, îş tewaw bû, maławayî kird û geřayewe bo wiłat. ḧeqîqet mayneke ew sałe «noma» keweyekî başî le espe keḧêle hêna.

mam řesû jinêkî hebû «xafatmî» naw bû. le zemanî «’elî îḧsan paşa» we hênabûy herçî dewrî cwanî bû her lew dewreda řayanbwardbû; le ahengî dinya tenya gêřanewey bas û xwasî bezmî şewanî řabirdûy dewrî cwanî nebê hîçî tiryan pêy nemabû.

xafatim lew wexteda ke ’eze řinewqaşaw xerîkî espe keḧêle bû, le delaqey jûrekewe çawî lê bû, ke çon espe keḧêle dewrî sałanî řabirdûy bo hênrayewe, emey be dyarîyek zanî le dyarîyekanî zemanî řabirdûy.

zeman hênan û birdî, kuřêkî «zaxe» yî le wiłatî beẍda le boyaẍçyekeya «fiłçe» yekî boyaẍçetî tya bû, fiłçe ewende îşî kirdibû tenha koterekey mabowe, way lî hatbû le diřkî deştetał xiraptirî lê hatbû.

xafatim řene û qaşawekey ’ezey kewte bîr be her cor bû fiłçe konî le kabray boyaxçî be yekê le take taranîyekanî tewqe serî kiřî û qaymî kird.

le paş beynêk be kotere fiłçewe hat be wîzey lařan û dewrî berî lařanî mam řesûda, ta way lê kird dewrêkî bo mam řesû gêřayewe û be yadî carî caranewe destyan kirde milî yek. îtir xafatim bem core fêrbû be mam řesû.

sał suřayewe, ’eze be destûrî sałî par û be elhay nomaykî tir le tuxnî espe keḧêlewe barê gezo û binêştetałî na le mayne bore û çuwewe bo «merwê» bo małî mam řesû. ke çû seyrî kird mam řesû, ew mam řesuwe nemawe; bo ahî swên nuzeyekî tya mawe, be tewawî kifit buwe, natwanê le şwênekey xoy řast bêtewe.

’eze barîda be zewya û xafatim be xêrhatnêkî germî kird û xêra kewte nan dirustikirdin boy. çû le tenîşt mam řesuwew danîşt. mam řesû neynasyewe, pirsî fate ewe kê bû hat û ew zirmey wiłaxe çî bû hat? xafatmîş witî: ewe kake ’ezîz bû gezo û binêştetałî bo hênawîn.

mam řesû destêkî xiste ser çawî û seyrêkî ’ezey kird û nasîyewe. be nuzeyekewe witî: «erê bawe ḧîz ewe to le babekey parît hatûytewe? bikem we qunî babtewe bo xot û gezo û binêştetałit. par firfirîçey deste bûxçet bo hênabûm em sał çît bo hênawim? be tema nît be fêłîkî tir îmsałîş xafatim bixeyte ser bezmîkî tir?! heste biřo. ne xom hîçim pê nemawe, ne espe keḧêle; heste biřo».