carêk kuřukał ko ebnewe le suleymanî...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 6)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  769 views

carêk kuřukał ko ebnewe le suleymanî ełên: «ba biçîn bo lay eḧey kiřnû, tozêk legełî řabwêrîn.» eçin lew deştî nizîkî karêkî daykî paşayeda, tûşî ebin. dest eken be qisekirdin legełya, yekêkyan ełê: «xałeḧemed, ba lem şwêneda xanuwêkit bo dirust keyn; be şewanîş tyaya ko ebînewe gorewîbazî û şitî têda ekeyn.» yekêkî tir heł’edatê ełê: «em şwêney bo jûrî danîştin, emeyan min dirustî ekem.» yekêkî tir ełê: «berheywanekeşî min dirustî ekem.» yekêkî tir ełê: «sernûrekeşî leser min.» bem core her yeke qiseyêk eken.

kitupiř yekêk lew naweda tiřêk ekenê. xêra xałeḧemed heł’edatê ełê: «em şwêneşî bo şwênî awdestekey.» hemûtan diro eken tenha em nebê [řast] eka».