kabrayekî kurd jinêkî hebû jinekey mird...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 6)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  801 views

kabrayekî kurd jinêkî hebû, jinekey mird. topełê quřî da be serya û derpêy jinekey hêna xistye ser şanî û destî kird be bawkeřo. xełkeke her le dûrewe seyryan ekird. emîş bangî kird: «erê ’eşret! řûy bawkî tayefetan řeş wê! ewe boç şîwenim legeł naken? boç [meger] her jinî minû?»

le paş şeş ḧew řoj, řojêk hawmałekanî çûne lay, dîsan destî kirdewe be giryan û bawkeřo. xełkeke wityan: «bira! ewende megrî, giryan kełkî nîye; du’ay bo bike.» witî: «be xwa ’eşret, bo xoy nagrîm. bîrî qise xoşekanî ekemewe îtir xomim pê nagîrê. tenanet yekê le qise xoşekanî ewe bû ke êwareyek dûbedû le dewrî mencełe şîreke danîştibûyn, tiřêkî kend. min witim be kêrim; ew witî: «newełła be řîşt.» înca ew qise xoşaney ke bîrim ekewêtewe îtir çon negrîm?»