xełkêk le binarî kanî kewe xistibûyan...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 5)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  465 views

xełkêk le binarî «kanî kewe» xistibûyan, goranekanî «kanî kewe» hemû carê be şew eçûn bo dizî û tałan kirdinyan, kuřêk le xêłeke bû, «homerî xatûn»y naw bû, pyawêkî aza û netirs bû. be taqî tenya berengarî leşkirêkî ekird, ewende hebû ke her care goranekan pelamaryan edan homer le małewe ne’ebû. carêk pelamaryan eden û kurdekanîş berhełsityan eken. lewane ebî kurdekan bişkên û tałan biden be destewe, lew kateda qerentûy homer le dûrewe der’ekewê, kuřgel ke çawyan pê ekewê eme ełên:

mangeşewe teqle dewe
leşkir geyye kanî kewe
homer xate zû serkewe
newek bişkên a bem şewe.