xêzanêk hebû le bextanyan bû beşî zor...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 5)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  444 views

xêzanêk hebû le bextanyan bû, beşî zorî afretyan be bê bin eçûne lay mêrd. carêk kiçêkî em binemałeye şû eka û zemawendî bo eken, şayer û zûřnajen dênin, şayereke zor baş řeftarî em xêzane ezanê. le katî hełpeřkêda bem core goranî ełê:

daykî we bê
xuşkî we bê
mîmkî we bê
zûřna bijen
emîş çe bê?