şewket efendî hebû le suleymanî dersî...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 5)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  718 views

şewket efendî hebû, le suleymanî dersî řyazyatî qutabî ewt.

řojêk basî meymûnêkî bo kirdin ke kewtote bîrêkewe, bîreke awî tyaye be çingekřê eyewê bête ser, bîrekeş qûł bû, deqîqeyek be endazey gezêk ser ekewî, bełam leber xilîskey bîreke çareke gezêk eçête dwawe. şerḧî emey bo ekirdin ke le encama be bîst deqîqe em meymûne le bîreke hate derewe, aya em bîre ebê çende qûł bûbê?

le sałî dwayîda her çeşnî dersî meymûn û bîreke bo qutabîyekanî bas ekird, bełam emcare le batî ewe biłêt be bîst deqîqe ser ekewê, witî: be bîst û pênc deqîqe ser ekewê. yekê le qutabîyekanî par ke her lew połeda mabuwewe witî: mamosta xo cenabit par fermût be bîst deqîqe ew meymûne ser ekewê û le bîreke dête derewe, çon êsta fermût be bîst pênc û deqîqe? şewket efendîş be bê westan witî: «kuřim axir meymûneke îmsał pîr buwe».