şêx mistefa wîstî şer’yan bikat û le řêgay...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 5)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  776 views

şêx mistefa wîstî şer’yan bikat û le řêgay şer’ewe kabray şahd be hîç dereka. le ḧebîbî pirsî: to çawit lê bû em kabraye ew gwêzey lew baxe dizî? witî: bełê min be naw dargiwêzekana tê peřîm em kabraye em kołe gwêzey be kołewe bû, le naw dar gwêzekana hate derewe. şêx mistefa witî: to ke be naw dar gwêzekana tê peřîwî ew dar gwêzane çend dar gwêz bûn? ḧebîb seyrî kird şêx mistefa nyazî baş nîye legełya û eyewê be diroy bixatewe, witî: «ya şêx to eme çil sałe lem mizgewte tedrîs û şer’ ekeyt, jûrî em mizgewte çend destekî têdaye?» şêx mistefa westa û ḧukmî kird bewe ke gwêzekan bo kabray xawen dar gwêz bêt.