le çîrokî gwê agirdanî kurdîye ełê car...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 5)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 4 minutes  1460 views

le çîrokî gwê agirdanî kurdîye, ełê:

carêk kîje biçkoleyek lew deşte le lay berẍel bû, seyrî kird wa şêrêkî zor zil kewtote naw qefezêkî połayîn enirkênê û ezirkênê û natwanê le naw qefezekeda derçêt. kiçołeke zor bezeyî pyahatewe ke şêrî şay gyanleberanî kêwî bew core be zelîlî, le naw ew qefezeda kewtuwe. çû be layewe pêy wit şay gyanleberan! eger lem bende řizgarit kem çêm derbare ekeyt? witî kîje biçkoleke eger řizgarim bikey ta mawim hełqe legwêy to ebim. kiçe be hêwaşî destî bird û dergay qefezekey lê kirdewe û şêre hate derewe, tozê xoy kêşayewe û emca hat be lay kîjekewe û çemołeyekî bo dirêj kird, kîje witî ewe çî ekey? şêre witî etxom. kîje witî ca eme řeway heqe min tom lew bendî dîlyetîye řizgar kird û keçî êste to awam tołe edeytewe? şêre witî heq nîye, hêz le serû heqeweye. kîje witî ewe be řastite? witî bełê be řastime xo gałte nakem. çend řoje min besrawmetewe lêre, êsta birsîme û etxom. kiçe witî ey heqeke çî lê hat? şêre witî pêm witî heq dirust nebuwe. kîje witî êste ke her emxoy were şitêkî tir bikeyn. witî çî bikeyn? witî were pêkewe bem řêgeyeda eřoyn ta tûşî sê cor gyanleber ebîn, lêyan epirsîn, eger ewanîş wityan heq nîye, ewa bimxo, îtir lomeyekit nayete ser. şêr witî başe.

řoyştin, le nakaw tûşê kerwêşkêk bûn. şêre be tûreyyewe bangî kird kerwêşk heq heye? kerwêşk ke seyrî dîmen û çemołe û dane řîçekanî şêrî kird, hêzî tya nema û witî: «qurban heq nîye». şêre witî biřo be řêy xotewe. ew řoyşit û eman maweyekî tir řoyştin, tûşî askêk bûn, şêre bangî kird le askeke witî ey ask heq heye? ask ke seyrî gwêçkey řastewebû û tûkî girjî ser û kelley şêrî kird wirey pê nema witî qurban heq nîye û her dirust nebuwe. şêre witî biro beřêy xotewe, askeke lêyda řoyşit û emanîş kewtine řê, zor neřoyştin, tûşî řêwîyek bûn, şêre bangî kird řêwî heq heye? řêwî witî qurban tênagem karesat çîye û nazanim çî biłêm. şêreke witî min le qefezêkî połayîn dabûm, em kîjołeye berełay kirdim, êsta ełêm etxom. ełî heq nîye bimxoy, minîş ełêm heq her dirust nebuwe. wa em pirsyare êsta le to ekem bo ewey şer’ bikeyt.

řêwî witî şay gyanleberanî daristan, fermayşteket zor becêye, bełam şer’ kirdin ebê her dû keseke çon bûn bew core leber demî qazîda řawestin, bo ewey qazî seyrî ser û bałay her dûkyan bika le katî tawana, ew wexte ḧukmî ’adłaney xoy bida. êsta min nazanim qefezeke çon buwe û em kîje çî kirduwe û to çît pê wituwe û çon destî bo ew qefeze dirêj kirduwe? şêre witî neçuwe biçêt were legełman ba bigeřêynewe bo ser qefezeke û be çawî xot dîmeneke bibîne. řêwî witî fermû, başe. hemû berew dwa geřanewe, ta çûnewe ser qefezeke, şêreke witî lem şwêne dabuwe û emeş qefezekeye. řêwî witî fermû biçorewe naw qefezeke ba be çawî xom karesateke bibînim, şêreke çowe naw qefezeke, řêwî witî: qefezeke herwa bereła bû? şêreke witî ne, dergakey daxra bû. be kiçekey wit dergakey wekû xoy lê bikewe, kiçe destî bird dergakey dadayewe. emca řêwî řûy kirde şêreke û witî: fermû êsta çî ełêy biłê. «heq heye yan ne?» řêwî witî: «bełê heye û dirust buwe». şêr witî heq nîye. řêwî witî heq heye û dirust buwe, heq ewe bû ke to tołey em kiçe be çake bideytewe, ke çî to hatî hêzit xiste ser heqewe, bełam heq her şwênî xoy egrê û her ser ekewê, eger biřwa nakey to bo xot lewêda her le wirgî xot bide.