le mardîn kiłêseyekî gawrekan hebû...
le «mardîn» kiłêseyekî gawrekan hebû minare berze cwanekey serî birdibû be asmana. le naw minareke «boł» êkî gewre hebû ḧacî leqleqêk fêrbibû eçû be seryewe enîştewe û ew nawey piř ekird le řîqne, micewrî kiłêseke hemû carê eçû zengekey eşt û dewruberekey pak ekirdewe, zorî pê ne’eçû dîsan ḧacî leqleke pîsî ekirdewe. micewreke zor weřz bû, le wizeya nema, îtir pakî katewe û ḧacî leqleqekeşî bo ne’egîra ta çarî bika.
řojêk çû hendê goştî ḧuştirî peyda kird legeł kaseyek ’erqida birdî leser minarekewe le tenîştî zengekewe dayna. ḧacî leqleq katê ke hatewe seyrî kird awêkî cwan û goştêkî cwanî bo danrawe, le goştekey exward û denûkî eda le ’ereqeke lewîşî exwardewe, bo çi le encama mest nebê û nekewête xwarewe. micewrekeyş xoy lê dagirtuwe, her kewte xwarewe be darêkewe geyşte serî û destî kird be miḧakmekirdinî. pêy wit:
«min nazanim to çît û çi aynêkit heye? eger musłimanît ’ereq naxoytewe, eger cûlekeyt goşt naxoy, eger gawrît û biřwat be ayînî ’îsa heye hełnafîřênî be zengî kiłêseda, derkewt ke to dîn sizît û hîç dînêkit nîye». bedarekey day le mêşkî, mêşkî pijan û kuştî.