farsaẍa hebû xełkî suleymanî bû boy...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 5)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 2 minutes  687 views

fars aẍa hebû xełkî suleymanî bû, boy gêřamewe witî:

le pêş şehîd kirdinî şêx se’îd le 1909 le mûsił, her legeł şêx meḧmûdî melk bûm .hemû core çewsaneweyekî şeřim çaw pêkewt, çi le pîran û nijmar, çi le telan û casene. witî: le 1918 le sine bûm, yekem fiřokeyek ke hate ew şare yekem car bû min û ewanîş çawman pê bikewê, hemû xełkî sine be hoy denge deng û girmegirmekeyewe kirdyane ser banekana û seyrî asmanyan ekird, çunke girmegirmeke lewêwe ehat, hîçîşyan berçaw ne’ekewt, her ewende bû eyanut ewe teyare û bałone hatuwe, le encama çawtîjekan şitêkyan beser «awyer» ewe, çaw pê kewt, ke dengeke lewewe ehat, ewende berz bû be ’astem bedî ekira. ewaney ke çawyan pê kewtibû pîşanî ewanî tiryan eda, eyanut: ha ewese wekû dał têt û eçê, twaşake twaşake çon bałekanî lar ekatewe, her eyjî dałe. xełkekey tirîş eyanut kwa xo dyar nîye, ewanîş eyanut: ewe nîye dûkeł le cûçkekeyewe der’eçê, eyjî marêkî řeşe û be asmana kêşyage. witî: minîş le axra çawim pê kewt, le řastîda ewende berz bû her be endazey qeleřeşêk ehate berçaw.

witî: le 1922yiş bedwawe, ke le eşkewtî ḧasene bûyn katê ke teyare ehat beser awayyekana her seg bû eyqirûqan û xoy eşardewe, pişîle barîk ebuwewe eçuwe naw kadan û şitewe, mirîşk û kełeşêr heřayan ekirdewe û bo kulanekey xoyan, bałinde û çûleke leser darekan be yeka ehatin, neyan ezanî le tirsa řû bikene kwê. xo gawgoteł û meřumałat xwa eyzanî çon eřewînewe, êstir û wiłaẍî berze her yeke be layêkda heł’ehatin.