karesatî řojekan zor seyre perde edate...
karesatî řojekan zor seyre, perde edate lawe, wekû perdey elbûm ke le her lapeřeyekya çend wêneyek heye, wekû dêwcame, gelê řengî têda heye.
cengî 1914-1918 dwayî hat, tenha 17 milyon kesî tya kujra û 26 milyonîş birîndar û pekkewtû bûn. le encamî ew şeředa ke dwayî hat giranî û ta’ûn û řişanewe û bedbextî û derbederî bûn be beşî kurdewarî. bełê destidar bê destî exward, her ke bo xoy bawî send. hendê le ’eşayr bûn be agir û kewtine gyanî xełkî tir.
’elî miḧemed xanî şerîfuldewle le layen ḧukumetî êranewe le nawendî 1918 kira be ḧakmî wiłatî «sine». le řastîda wiłatî sine -ke wiłatî erdełan bû- wiłatêkî betewawî ałozaw bû. hemû em ałozawyeş ewe bû ke cengî yekem her çende be naw beser çûbû, bełam bedbextî û paşeleqey şeř taze destî pê ekird. lew maweyeda û le pêş ew maweyeşda hemû ew wiłate wekû wiłatanî tir bibû be paşgerdanê, kes xetî kesî ne’exwêndiwe, dewrey ’eşayrî behêz zor le bawa bû, le naw şarekeda dû bere be nawî «susyal» û «dîmukiras»ewe peydabûbû. le derewe ’eşretekanî « gełbaẍî» û «menmî» xerîkî serbizêwî û çepawkirdin bûn. fiřkan fiřkan bû, kê aza bû nanêkî bo xoy bifřandaye. pêş eweş řûsî qeyserî şika û leşkirî şikawî dax le dił ke bigeřêtewe ebê çî bika û çî kirdibê?
em dû ’eşretî gełbaxî û menmîye be řastî zyanyan egeyand be merdim, bełam hemû zyan geyandin řeway ḧeq nebû her bidrête lay ewan. ke şerîfuldewle hat hendê kes lew řojeda xoyan daye pałî û destyan kird be xo birdine pêşewe le lay ew. le nawbirdinî gełbaẍî û menmî bû be destegułêk û dira be dest ew şerîflidewleyewe ke be taqe zelamê hate naw şarî sinewe û le řojêka ke ḧikumetî qacarîş zor be ’ezyet henasey eda. ke wabû eme wekû pende kurdîyeke ełê :«kirdey ker û xurdey yabû bû» we ya be qiseyekî tir ełê: «kê kirdî û kê xwardî?»
min lem dirêje pêdaneda mebestim yek şite, mebestim derxistinî «estêrejmêrî»y yekê lew gełbaẍîyaneye, ke «aẍe biraxan» e. em aẍa biraxane pêyan ewt «qîbley ’alem». we yekêk bû le seroke gewrekanî gełbaẍî, pyawêkî řîş sipî qełewî ta endazeyek kełeget bû. le naw hemû gełbaẍî û menmîda lem řwewe řast bû qîbley hemû layekyan bû, her ḧisabêk ew lêkî bidayetewe wa der’eçû bew boneyewe gelê pirs û řayan le dest ewa bû.
ke şerîfudewle çuwe wiłatî sine, em qîbley ’ałeme witî: «îtir estêrey ême le lîjî daye» pêş ewe, ke «’ezîzî» û «tekiş» bigîrên, qîbley ’ałem xeberî da ke dewruberî kêwî «zêrawa» zor be tarîk ebînim, estêrey ’ezîz û tekşim berçaw nakewê. le řastîda ’ezîz û tekiş ke dû bira bûn û nawbangî azayetîyan derkirdibû lew şeředa gîran û tîrbaran kiran.
pêş le nawbirdinî ’ezîz û tekiş xeberyan daye ke ’êlcařî ’eşayerî řewanser û lihon be piştîwanî ḧukumetî ’ecem lewaneye gełbaẍî û menmî le nawberin, herçende em leşkire leşkirêkî zor bû, her çende cengêkî gewre le kêwî «tewrêz xatûn» û «’ebas beg» da bû, bełam qîbley ’ałem pêy witin lem cengeda ta gełbaẍî û menmîtan hes, xemtan nebê ser’ekewn. le řastîda legeł ew hemû ’êlcareş ke lêyan kira, wekû ew witî her serkewtin.
řojgar her ketnî be gełbaẍî û menmî eda. qîbley ’ałemîş yeke yeke emaney bas ekird. sałî 1919 hat, witî: «em sałe zor şûme, sałî 1338y hîcrî sałî qiřanî gełbaẍî û menmîye». ke dam û dezgay şerîfudewle be hoy kuřekanî dewruberîyewe perey send, qîbley ’alem çû bo «seqiz» bo lay «ẍyasudewle». ew çûne axir negbetîyek bû ke řûy tê kird, wate qîbley ’alem lewê gîrî xward. le encama ew û ewaney ke gîryan xward û kewtine naw dawewe, be bendî hênran bo sine. le yekem şewî mangî řecebî sałî 1338y hicrî le bendîxaney sine bû, hejde kesî tir le hawřêkanî legełî bûn, dewryan lêda û wityan: «qîwle çon ewînî?» witî: «kuřgel eger sozî nekujirgêyn, hesarey ême ta hezar sałî tir ha we asmanewe». bełam ke kewtine sibeynê hemû be tîrbaran kirdin û be çał nan û be xinkandin kujran û leşekanyan leber dermała xirane naw dîwar û heryeke berdêkyan xistine ser û naw û nîşan û kirdeweyan leser berdeke hełkend, kujranî emane dû ḧeftey xayan, bełam qîbley ’alem le yekem řojda tîrbaran kira. ewaneş ke lew çend řojeda kujran bo agadarî mêjû emane bûn:
le gełbaẍî:
1. aẍa biraxan qîbley ’alem
2. serdarî kuřî qeytul
3. fars xanî ře’îs
4. miḧemed xanî ře’îs.
5. mîrza ’ewłay seyful’eşayr.
le menmî:
1. fewc xan
2. ’ewła xan.
3. meḧmû beg
4. ’ewła begî kuřî şamḧemed beg.
5. seyd ḧemed xanî serheng.
6. melk miḧemed xan
7. nûr miḧemed xanî êlxanî.
8. mistefa begî kuřî ḧemed beg.
le şêx simaylî:
1. ’ezîz xanî biray meḧmû xanî serdar iqbał
2. mistefa xanî biray ḧemed xanî mirad xanî êlxanî.
3. mecîd xanî kuřî sarim leşkir.
4. meḧmûd xanî serdar iqbał kuřî ḧememrad xan.
emane bem core le nawbiran, lew řojeda zor kes le kurdekan bo birdine pêşewey xoyan hawkaryan legeł şerîfudewleda ekird. ew şerîfudewleye ke be taqe zelamê le layen ḧukumetî qacarîyewe hate sine, ew ḧukumetî qacarîye ke tenha dengî hebû řengî nebû.
min layngirî ew kesane nakem ke pyawxirap û xirapekarin. serokekanî gełbaẍî û menmî małî gelê kesyan wêran kird. gelê tałanyan kird, gelê jinyan bêwejin kird û minałyan hetîw xist, bełam emane hemûy le řûy nezanî û bê xawenîyewe bû, eger xawen û řê pîşanderêkî bibwaye wa bew core derne’eçûn. carêkî ke daykêkî tir kuřêkî wekû ’ezîz û tekiş nahênêtewe. eger kurdeke xoy xoxorîy nekirdaye ew kuřane be pyawêkî wekû şerîfudewle lenaw ne’eçûn. seyreke eweye kurd xoy gełbaẍî û menmî le nawbird, keçî azayetî û pyawetyeke diraye pał şerîfudewle. kurdeke aferînêkî şerîfudewley kirde tace gułîneyek û kirdye serî, keçî ne tace gułînekey boy mayewe ne ew kuře nawdarane le mêjûda. ta êste hîç kes kurdî le naw nebirduwe tenha kurd xoy nebê, ke emey be şanazî zanîwe.
we ya eme eger bedbextî û mał wêranî nebê bo kurd çi řeway heqe ke xelîl xanî neřanî be qisey şerîfudewle bo şałêkî turmey xełatî, sê biray biřbiře piştî xoy wekû sincerxan û eḧmed xan û yedułła xan le řojî heynî dey miḧeřřemî 1339y hîcrî le małî xoyda bikujê? kê bikujê? sincer xan bikujê. kam sincer xan? ew sincer xane ke wekû kêwêkî połayîn le řûy řûsî qeyserî û ḧukumetî qacarîda westabû. folkilorekanî ew řoje ke bo kujranî sincerxan le «myaweran» û neřan û «sine» da, ewtira lam waye weçekanî êste û weçekanî dway êsteş her beser zaryaneweye û beser demyanewe bêt. hîçî tir guzarişt leme nadatewe tenha ewe nebê ke ełê: «eger dar pwazî le xoy nebê naqełşê».