dîsan carêkî ke her em şêx babe’elye...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 5)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 2 minutes  1047 views

dîsan carêkî ke her em şêx babe’elye eçê bo dîdenî seyd eḧmed le kerkûk. ke eçête xaneqa îşî awdestî ebê, awdestekan be tenîşt yekewe bûn, dîwarî beynekanyan řûxabû, zelam ke dabnîştaye wekû le deşta dabnîştaye wabû.

babe ’elî eçête ser awdestêk, zorî pênaçê zelamêk dête awdestekey tenîştyewe, bełam betewawî le yek dyarin, şêx babe’elî dest eba qutwî cigerekeyek derdênê û cigereyek eda be kabray tenîştî û pêy ełê: «bexêr bêy!». eman lemeda ebin yekêkî tirîş dê lew laywe da’enîşê, cigereyekîş eda bew û bexêr hatnî ewîş eka. kabrakan waqyan wiř emênê, ełê: «bira bo çi waqtan wiř emênê? yekê le dîwexan seyd eḧmeda dabnîşê, ebê cigereş bikêşê û qiseş bika, xo leser qebran danenîştûyn». îtir lew naweda ebê be hîlke hîlk û fiřit û hoř, xeber ega be seyd, seyd eḧmed, ełê: «em bezme ebê bezmî babe ’elî bê, ełê gurc ’abxanekan çak bikenewe ta babe ’elî dîwexanêkî tirî bo řanekêşawîn û dêrekêkî tirî nedawete jêr».