eḧey kiřnû carêk řêy ekewête kerkûk...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 5)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  602 views

eḧey kiřnû carêk řêy ekewête kerkûk, eçête mizgewtekey naw bazař bo nwêjkirdin, eyewê destinwêj bişwa, aw nîye, micewreke gozełeye awî bo dênêt destinwêjekey eşwa û bo nwêjeke namênêtewe, eyewê biřwa, micewreke serî řêy pê egrê ełê: kake bêne parey aweke, ewîş ełê parey çî? min desniwêjim şorduwe xo befrawim nexwardotewew ełê: min emane nazanim aw lêre be pareye bîne parey aweke. emîş hîçî pê namênê piştî tê’eka û tiřêkî bo ekenê, ełê: «bira ewe xot û ewe destinwêjeket îtir boç wazim lê nayenî».