kabrayekî hebû xełkî ew şarezûrey deş...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 5)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 2 minutes  925 views

kabrayekî hebû xełkî ew şarezûrey deştî «mwan»e bû, legeł mela û feqêda zor danîştibû, hemû carê gwêy lê bû ke mela suřetî «waltîn û alzîtun»y exwênd û pêy xoş bû, řojêk epirsê le mela û ełê: mamosta ewe waltîn û alzîtun yanê cî? ewîş ełê: bira ewe xwa swênî bew duwane xwarduwe «tîn» yanî hencîr û «zîtun»yiş zeytûne.

em kabraye eme egrête dił û carêk řêy ekewête řêjaw hencîrî bo dênin, eyxiwa, seyr eka zor xoşe, ełê: «bîm we saqet bînayî çawan, xast lê zanîge wa swêndit pî xwardige». mawyekî tirî pê’eçê lew xware tûşî darêk ebê berêkî sewzî xiřî pêweye, epirsê eme çîye? pêy ełên zeytûne. zor be arezuwewe pelamarî eda çend denkêk le dareke ekatewe û eyxate demî. ew zeytûne dyare hêşta kał û kirç û negeyştuwe, seyr eka tał û tifit û tîje, lewaneye demî hela hela bibê. eytifênêtewe û ełê: erê bînayî çawan!.. ewe lêt nexwardige wa swêndit pî xwardige?(em řistey dwayî, nûserî pêşû pêy zyad kirduwe û le yek dû cêgay tirîş babetî lew şêwe řûydawe, bełam be hoy ewey lewe deçêt ke nûser baş agadir bûbê û manay babetekey têk nedawe û tenanet tewawî kirduwe, her boye, min wekû yekem kes ke pêy daçûmewe, řeşim nekirdotewe.)