mela qadrêk hebû lay hemzaẍay biłbas bû...
mela qadrêk hebû, melay hemzaẍay biłbas bû, gêřayewe witî: ewa gelê car le nwêj û qur’an xwêndina ayetî «titcafî cinubhim ’in alimcaci’» ehate pêşewe û emxiwênd. hemiz’aẍa hemû carê pêy ewtim mela min nan û cêgam pêdawî û leser minewe ejît, keçî to nawî caf le nwêj û qur’aneketa dênît. witî minîş witim aẍa eme min nayłêm, qur’an qur’anî xwaye xo min damnenawe. aẍa witî mela min eme nazanim, ebê naw êmeş hebê le qur’ana egeyna encamî baş nabê.
witî bem core maweyek le kêşewbereda bûyn, ew her eyut û minîş xo hîç. ewendem zanî şewêk zelamêk kirdî be jûra û xencerêkî řûtî be desteweye, witî hemzaẍa ełê: ya em xencere ya ebê nawî êmeşî le nwêj û qur’ana hebêt, caf çi řayey eweyan ekewê nawyan hebê û êmeş wekû kendiwan lewê bikewîn? ke çî nan û bergî toyş leser êmeye.
witî îtir be tewawî min çûme tasewe û têgeyştim ke kabra be aşkira mirxî lê xoş kirdûm. witim bira zor çake û xwa qadre be ser hemû şitêka, bełê weḧî her bo pêẍember buwe, bełam êmeş heyn.
řojî dwayî nwêjî şêwan bû, le paş sûřey fatḧe ewem wit: titbêbas, denukem ’ilî sena, le nawhim fî nwêjna û nifushim fî diłna, feserem beřeşî babem, ya lîtna ya lîtna nebû maye le nawyana, lanem kiklibem her eweřn bidurem alilh akbir. ke le nwêj bûynewe, hemzaẍa hesta hat be lamewe destî kirde milim û witî: mamosta bew qur’ane êsta tewawe, hemû car le nwêjê her em ayeteman lo bixiwêne.
be řêkewt şewî dwayî mela pîrotêkî xełkî ew binarî serdeşte hebû hate ewê, le paş beynêk ke tozê laman çoł bû, mela pîrot witî mela qadir key eme ayete to xwênditewe? witim bełê ayete, tûře bû. witî çon? witim: «dwênê şewê em ayete legeł xencerêka hate xwarewe». destî kird be pêkenîn û karesatekem bo gêřayewe.