dêy kewłe hebû le wiłatî dîwandere dê...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 5)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  965 views

dêy «kewłe» hebû le wiłatî dîwandere, dêy «muşîr dîwan»y sine bû, lêy yaxî bibûn, hîçyan ne’edaye. a ḧeme’elî hebû zawtî muşîr dîwan bû, pyawêkî ta endazeyek be zebruzeng bû,. be muşîr dîwanî wit: ke ew binêrê, «kewłe»y wekû mastî meyû bo lê bika, muşîr dîwanîş nardî, bełam ke eçête ewê, kewłeyî çetûn bûn, gwêyan bewîş her nedawe, bełkû le dêyekeş her deryankird. a ḧeme’elîş kewtote teqe û nazanê çi bika. le řûyşî hełnayê bew core bigeřêtewe bo lay muşîr dîwan, çunke ew be heřogîvêkî tirewe hatuwe, maweyekî başî pê’eçê û le encama enûsê bo muşîr dîwan ełê: «serwerim tacî serim, aẍay muşîrî şargelim, kewłem damirkangesewe welê cêga nîye tya danîşim. ẍułamit a ḧeme’elî».