eḧey nazê hebû le suleymanî mamełey...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 5)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  893 views

eḧey nazê hebû le suleymanî, mamełey legeł ew şarezûreda hebû, yekê lew kesane ke em şitî edanê, marf nawêk bû, xełkî awayî mistefa. şikatî lê kirdibû hênabûy bo suleymanî û birdibûy bo meḧkeme. ḧakim le eḧe epirsî de’wat çîye lem kabraye? ełê qurban penca řupyem layetî. ełê: to ełêy çî kabra? ełê: qurban diro eka, wew sey saqe hîçî lam nîye. ełê: eḧe to senedit heye? ełê: «newełła». ełê: ke wate etwanî swêndî bidey. eḧe ełê: qurban swêndî çî? em kabraye ne nwêj eka ne hîç, le kwê îmanî be swên heye? her xêra marf heł’edatê destî berz ekatewe û ełê: tirḧêw ḧakim, kê nwêj naka».