’umer qezaz hebû le suleymanî le katî...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 5)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  988 views

’umer qezaz hebû le suleymanî. le katî xoya fire şox û şeng û lawçak bû, dewrî gencayetî gořyewe be dewrî pîrî. kwêstanî ser û řîşî le xał xałî derçûbû, bûbû be kiłûy befir. em ’umer qezaze carêk eçête beẍda, ke le suleymanî der’eçê serî sipî ebê ke egeřêtewe em muwe sipîyane řeş ebnewe. tumes eme bawe le beẍda mûy ser boye eken, ewîş waykirduwe, kuřukał řojê da’enîşin û biławî ekenewe ke ’umer qezaz serî qîrtaw kirduwe, ewîş le encama ełê: «bawkim êwe dexlitan çîye? min serî xome û gûy tê’ekem».