sałî 1959 çebîrey mamosta kurdekan bû...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 5)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 2 minutes  971 views

sałî 1959 «çebîre»y mamosta kurdekan bû le şeqławe. her çî mamostay kurd hebû lewê kobbûnewe, qiseyan le karubarî xwêndinî zimanî kurdîyewe ekird le qutabxanekana.

şeqławe hawîneheware, zor kes řûy tê’ekird, ḧemereşîd begî kokiz legeł şêx «’umerî deke» be nawî řabwardin le hawînehewardaw ewanîş çûbûn bo ewê, cêga dest ne’ekewt. mam řesû kako hebû, çaxaneyekî hebû le dołekedaw hem çaxane bû, hem nwênîşî hebû, xełk lêy enûstin, ḧemerřeşîd beg û ewan eçne ewê, mam řesûyş pyawêk bû, wezîrêk û gizîrêkî be lawe wekû yek wabû. kê parey çay be puxtî bidabwaye, ewey be lawe le hemû kes pyawtir bû, leheman kata wekû sawîlke bû tûřeş bû. ḧemereşîd beg serî xiste serî, bełam parey çayşî edaye. pêy wit: mam řesû min begzadey cafim, gundekanim hemû lem serdemeda be çepłe dagîryan kirduwe û le destyan sendim. mam řesûyş ełê: ca êsta etewê çibkey? ewîş ełê: wełła her le hatoçodam bo ewey weryan bigirmewe. ewîş ełê: ku weryan degrîtewe? eme serdemî cimhûrîye. ewîş ełê: desa hezar cimhûrîş bê, her ebê weryan bigirmewe, weryan egirmewe ledaxî cimhûrî û be kwêrayî çawî to. mam řesû îtir tûře ebê û ełê: «heřo, de heřo her lo xot ẍarẍarênê ke, bizanim çit pêdekirê?»