her em mela marfe egêřêtewe witî carêk...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  392 views

her em mela marfe egêřêtewe witî: carêk lew germyane le dêyek melay řemezan û le małî ḧacî miḧemeda bûm. em ḧacî miḧemede cûtyarêkî hebû. espêk û êstirêkî dabû leyek cûtî pê ekirdin. kabray cûtyarîş nawî meḧmû bû. řojêk cûtekey le nizîk dêkewe bû. lay êware řemezan bû. herwa wirde leber bêtaqetî derçûm bo lay meḧmû. meḧmû lew lawe cûtî bereła kird û êstirî daye pêş xoy û berew mał geřayewe. seyrim kird espeke hemû leşî buwe be zam. minîş geřamewe ta geyştîne małewe. witim: meḧmû îmřo zû cûtit berda? witî: mela waz bêne dar û gût lê bwarê we des espeřeş û ḧacî miḧemedewe gîrim xwardige. wełła îmamî řewanî û şêx ẍefûrî sołtetêne cût eken espeřeş wê îmřo cûtî nekirdige û nayka. xwa têłat lê newarê, nawî xway tya newê, min le kwê û espeřeş û ḧacî miḧemed le kwê?