le dêy zîwye melayek hebû řojêk nwêj...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  494 views

le dêy «zîwye» melayek hebû. řojêk nwêjî nîweřo bû destinwêjî şitbû xoy amade kirdibû bo pêşniwêjî kirdin û le naw miḧrabeke westa bû. be kabray bangiwêjî wit: bang biłê. bangiwêj bangî da û kes dyar nebû. melaş witî: carêkî keş bangeke biłêrewe. bangiwêj carêkî ke bangî dayewe. her kes dyar nebû.

mela le miḧrabeke řawistabû, seyrî kird kes dyar nîye, hate ser ewe xoy be tenha nwêjekey xoy bika. nîyetî hêna û destî berzewe kirdibû bo witnî «alilh akbir tiḧirimArabic» lew kateda bangiwêjeke hat witî: dû car bangim da her kes dyar nîye. mela ke destî berzewe kirdibû nîyetî hênabû her mabuwewe ser alilh akbirArabiceke witî: be kêrmewe. alilh akbirArabic!